Geşedanên li Qamişlo..Navenda Ragihandina Asayîşê daxuyanî da

Derbarê rewşa û geşedanên dawî yên li Qamişlo, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê daxuyaniyek da..

Navenda ragihandinê ya Asayîşê di daxuyaniya xwe de got: “Agahî li ser tevnên civakî hatin parvekirin ku hêzên me dest danîne ser navnedên xizmetê yên Qamişlo ku di bin sîwana rêjîmê de kar dikin û karmendên wê qewtandine..

Em li vir eşkere dikin ku ev agahî û gotegot nerastin û hêzên me li dora van navendên ku li rex çargoşeya Ewlekariyê ne tedbîran digrin.

Ev tedbîrên me yên li dora çargoşeya ewlekariyê jî wê heta rakirina dorpêça li ser xelkê me yê li Şêxmeqsûd bidomin.

Em careke din dibêjin ku hêzên me û ji roja ku hatine avakirin û heta niha ewlehiya navendên Civakî û xizmetê digrin û da rê li ber xirabkirinê bigrin kar dikin.

Hêzên me tu navend kontrol nekirin û rê li pêşiya xebatên van saziyan û karmendên wê negirtine û nagrin..”

Back to top button