Li Şehbayê konferansa kedkaran hat lidarxistin

Yekemîn konfiransa yekîtiya kedkaran a Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin..

Konferas li hola Mîtan ya navçeya Ehdas, a Şehbayê, di bin dirûşmeya “Bi keda kedkaran em ê civakek azad, exlaqî û demoqratîk” ava bikin hat lidarxistin..

Konferasyê ji bo şehîdan bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir…

Paşê, li ser navê Rêveberiya herêmê Zelal Cîger axivî…

Zelal Cîger anî ziman ku lidarxistina konferanseke bi vî awayî di nava van şert û mercan de nîşana berxwedaniya Şehbayê ye..

Li ser navê TEV-DEM’ê jî bavê Yilmaz axaftin kir û diyar kir ku bi rêxistinkirina kedkaran dikare xebateke baştir û mezintir bê meşandin.

Back to top button