Şêniyên Şêxmeqûs û Eşrefiyê: Madeyên xwarinê derbasî taxan nebûne

Zêdeyî mehekê ye hikumeta Şamê dorpêç daniye ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Şênî û rûspiyên herdu taxan, bi daxuyaniyekê îdiayên ku dibêjin tiştên xwarinê derbasî herdu taxan bûne derewandin û banga rakirina dorpêçê kirin.

Dorpêça hêzên Hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji 13’ê Adarê ve, dewam dike.

Firqeya 4’an ya bi ser Hikûmeta Şamê ve, nahêle ku ard û madeyên xwarinê derbasî van taxan bibin.

Şênî û rûspiyên herdu taxan derbarê dorpêçê de, daxuyaniyek dan.

Daxuyaniya ku li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd hat dayîn, ji aliyê Endamê Nivîsgeha Kombûna Olan Ebdurehman Xezo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rewşa aborî ya zehmet a şêniyên herdu taxan û ev tişt hatin gotin:

“Gel bi zehmetî debara xwe dike.

Bi hatina meha Remezanê re û bihabûna nirxê madeyan re, hêzên Firqeya 4`an a girêdayî hikumeta Şamê nahêle madeyên sereke wekî ard, derman û sotemenî derbasî taxan bibin.”

Şêniyên her du taxan banga rakirina dorpêçê kir

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Firqeya 4’an, bi bihaneya kontrolkirina nasnameyan gel neçar dike ku bi saetan li bendên kontrolê bisekine.

Di daxuyaniyê de li ser metirsiya rûdana karesateke mirovî li van taxan, hişyarî hat dayîn û li ser îdiayên rejîma Sûriyê yên dibêjin madeyên xwarinê derbasî van taxan bûn, ev tişt hat gotin:

“Di demên dawî de Firqeya 4’an îdia kir ku madeyên xwarinê derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûne.

Em teqez dikin ku ev yek derew e û îdia û şerê taybet e. ”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo pêşîgirtina karesateke mirovî li dijî şêniyên her du taxan, bi lez tedbîran bigire.

Back to top button