Fermandarê QSD’ê û Fermandarê Operasyonên Amerîka civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi fermandarê nû yê Operasyonên Amerîka yê li Rojhilata Navîn Michael Corella Maykil Korêla civiyan. Di civînê de xeteriya DAIŞ’ê û berdewama têkoşîna dijî wê hatin nîqaşkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî duh bi fermandarê nû yê Operasyonên Amerîka yê li Rojhilata Navîn Michael Corella civiya.

Hat diyar kirin di civînê de xeteriya DAIŞ’ê û zindîbûna wê û dewama têkoşîna dijî şaneyên wê hatin nîqaşkirin.

Michael Corella got, ji bo ku girtîgeh û kampên ji bo DAIŞ û malbatên wan bi ewletir bikin, ew ê destekê zêdetir bikin û desteka têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li Sûriyê berdewam bikin.

General Corella tekez kir ew girêdayî parastina ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne da ku rê li pêşiya zindîbûna DAIŞ’ê bigirin.

Back to top button