Fermandariya QSD’ê encamên civîna Meclisa Leşkerî ya QSD’ê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat-QSD’ê îro bi daxuyaniyekê encamên civîna asayî ya Meclisa Leşkerî ya QSD’ê eşkere kir. Fermandariyê ragihand ku di civînê de rewşa ewlehî û leşkerî ya herêmê û tevahî Sûriyê, xebatên yekîneyên leşkerî û pêkanîna biryarên civîna salê hatiye nîqaşkirin..

Bi amadebûna hemû fermandarên hêzan û buroyên sereke, Meclisa Leşkerî ya QSD’ê di dîroka 12’ê Nîsanê de civîna xwe ya asayî li dar xist..

Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê îro bi daxuyaniyekê encamên civînê eşkere kir..

Di civînê de geşedanên leşkerî û ewlehî yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û giştî Sûriyê hatin guftugokirin..

Her wiha karê Yekîneyan û pêkanîna biryarên civîna salê jî hat nîqaşkirin..

Di civînê de xeteriya Daiş’ê ku dewam dike, tevgera şaneyan li herêmê û êrişa herî dawî ya li ser girtîgeha Xiwêran hatine bibîrxistin û hatiye gotin:

Ji bo pêşî li tevgera Daiş’ê were girtin, girînge tedbîr zêdetir werin girtin û koordîne û alîkariya di nava QSD’ê û Kooalisyonê de baştir bibe..

Her wiha ji bo girtiyên Daiş’ê de jî bang li civaka Navnetewî hat kirin ku divê desteka pêwist bidin û bang li welatên din hat kirin ku girtiyên hemwelatiyên xwe bibin..

Mijareke din a civînê jî helwesta dawî ya desthilata Şamê li hember herêmê bû ku di demên dawî de tevgerên xwe yên dijminatiyê zêde kirine…

Bi taybet dorpêça li ser Şêxmeqsûd a Helebê hat ziman û bang li Rêjîmê hat kirin ku ji hewlên xirabkirinê dûr bisekine û li pêyî rêbazên çareseriya siyasî be..

Her wiha îşaret bi tevgera dewleta Tirk a dagirker jî hat kirin û hat gotin ku dewleta Tirk sud ji mijulbûna cihanê bi Ukraniya re girt û êrişên xwe li ser herêmê bi riya balafiran zêde kir…

Di dawiya Civînê de, fermandariya QSD’ê ji hemû fermandariyan xwest ku destekê bidin rêveberiya xweser da ku karibin mewsîma çandiniyê biparêzin…

Back to top button