HRE: 8 Çeteyên Tirkiyê hatin kuştin û 19 jî birîndar bûn

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya çalakiyên xwe yên di nava 6 rojên dawîn de ku li Efrîn û Babê lidrxistibûn eşkere kir.
HRE’yê ragihand ku di encama çalakiyên wan de, 8 çete hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê yên li dijî çeteyên dewleta Tirk li Efrînê bê navber dewam dikin.

Hêzên Rizgariya Efîrnê derbarê çalakiyên ku ji 8 heya 14’ê Nîsanê li Efrîn û bajarokê Babê li dijî çeteyên dewleta Tirk pêk anîne, daxuyaniyeke niviskî da.

Hêzên Rizgariya Efîrnê di daxuyaniya xwe de got:

8’ê Nîsanê li gundê Hallubiyê yê navçeya Şerayê, li hember çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.

11’ê Nîsanê jî li bajarê Efrînê li hember noqteyeke çeteyan çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de jî 2 çete hatin kuştin, 13 çete birîndar bûn.

12’ê Nîsanê, li ser rêya Trindê yê bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete birîndar bûn û erebeyek çeteyan hat rûxandin.

14’ê Nîsanê, li bajarê Babê, li hember erebeyek leşkerî ya çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin.

Di encamê de çeteyek hat kuştin û erebe hat rûxandin.

Hêzên Rizgariyê dawiya daxuyaniyê diyar kir ku 16’ê Nîsanê jî li navçeya Şerayê di navbera hêzên wan û çeteyan şer qewimî.

Diyar kir ku hejmara kuştî û birîndarên dijmin di wê şerî de nehat zelal-kirin.

Hêzên Rizgariyê eşkere kir ku hevalê wan Alan Bênê di şerê li hember dijmin heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û gihîşt asta şehadetê.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Basil Hesen bi nasnav Alan Bênê, li Efrînê ji dayik bûye, 16’ê Nîsanê li navçeya Şerayê ya Efrînê şehîd bû.

Back to top button