HPG’ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

HPG’ê nasnameya şehidekî eşker kir û ji tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya şehîdekê eşkere kir

HGP’ê ragihand ku hevrêya wan Cudî Çekdar 11’ê Cotmeha 2023’an li herêma Zapê şehîd bû.

HPG: Hevrê Cûdî mîrateyeke girîng a berxwedanê hişt

Li ser jiyan û têkoşîna jina leheng a ji Cizîra Botan HPG got:

Hevrêya me Cûdî yek ji mîlîtanên jin a pêşenga Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bû.

Weke gerîlayeke YJA Starê hewl da ku pêdiviya mîsyona dîrokî bi cih bîne û mîrateyeke girîng a berxwedanê hişt.

Gelê me yê Cizîra Botanê ku ewladek bi vî rengî bi wêrek tevlî nava refên azadiyê kir, çiqasî bi hevrêya me serbilind be di cih de ye.

Di serî de ji malbata şehîd re, HGP’ê ji tevahî gelê Cizîra Botan û Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên derbarê nasnameya gerîlaya şehîd wiha ne:

Nasnav: Cûdî Çekdar
Nav û Paşnav: Kiymet Ozmen
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 11’ê Cotmeha 2023’an / Zap

Back to top button