78 Rewşenbîr û siyasetmedaran “Banga Aştiyê” kirin

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 78 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan li hev civiyan û paşê bi navê “Banga Aştiyê” danezanek weşandin.
Di danezanê de hate xwestin tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.

Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 78 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd civînek lidarxistin.

Piştî civînê bi navê “Banga Aştiyê” danezanek hate weşandin.

Danezan bi civîneke çapemeniyê hate eşkere kirin û gelek rojnamevan, sazî, dezgeh û nûnerên ragihandinê yên navnetewî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî civîn şopandin.

Axaftina destpêkê Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal kir û paşê jî deklarasyon hate xwendin.

Di deklarosyonê de pêvajoyên ku ji bo aştî û çareseriyê yên di navbera salên 1993 û 2015’an hatibûn destpêkirin tê bibîrxistin û qala rola Rêber Apo ya di vê mijarê de tê kirin.

Tê gotin ku piştî sala 2015’an pêvajoya aştî û çareseriyê hatiye bi dawî kirin û bal tê kişandin li ser êrişên ku 24’ê Tîrmeha 2015’an ên li dijî Kurdan hatin destpêkirin.

“Yek ji muxatabên sereke Abdullah Ocalan e”

Di danezanê de qala muxetabiyê ya Rêber Apo ya ji bo avakirina aştî û çareseriyê tê kirin û wiha tê gotin,

“Di avakirin û parastina aştiyê de, weke ku di salên di navbera 1993 û 2015’an de jî hate dîtin, yek ji muxatabên sereke Abdullah Ocalan e. Ew dikare însiyatîfê bigire û çareseriyê pêk bîne.

Ocalan ku di çareseriya pirsgirêka Kurd ya aştiyane û demokratîk de xwedî roleke girînge, 32 meh in ji her cure mafên qanûnî û destûrî bê par hatiye hiştin. Haya malbat û parêzeran jê tune ye.

“Divê dawî li tecrîda li ser Ocalan bê anîn”

Divê ev bêhiqûqî tavilê bi dawî bibe û rêz li mafên Ocalan were girtin.”

Di dawiyê de bang li desthilata dewleta Tirk hate kirin ku dawiyê li tecrîdê bîne û bang li muxalefetê jî hate kirin ku ji bo aştiyê xebatên siyasî xurt bike.

Back to top button