Sazî û komeleyên ziman û wêjeya kurdî ên li Bakurê Kurdistanê bi boneya salvegera 100’emîn a Komara Tirkiyê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kirin.
Sibê salvegera 100’emîn a damezrandina Komara Tirkiyê ye
Bi vê boneyê Sazî û dezgehên ziman û wêjeya kurdî ên li Bakur daxuyaniyek hevpar weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin tevî ku komara Tirkiyê bi hevkarî û têkoşîna hevpar a gelê kurd, tirk û gelên din hat avakirin, piştre hemû maf û azadiya gelê Kurd tune hatin hesibandin.
Bi domdarî hate diyar kirin gelê Kurd heta niha bi bişaftin û tunehesibandinê re rû bi rû maye û hate gotin:
Wekî hemû gel û neteweyan, ji bo gelê kurd jî parastina çand û ziman hêmanê bingehîn û sereke yê têkoşînê ye.
Hemû têkoşînên neteweyî bi daxwaza azadiya çand û ziman dest pê dikin û tên meşandin.
Sazî û komeleyên ziman ên kurdî bang li rayedarên Tirkiyê kirin ku dawî li polîtîkaya înkar û bişaftina kurdan bînin û gotin
Divê daxwaza gelê kurd a perwerdehiya bi zimanê zikmakî bê qebûlkirin.