Li Iraqê, 27 kes bi vîrûsê ketine û yekî jî jiyana xwe ji dest da

Li Iraqê 27 û Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî di nava 24 saetan 96 kesan jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqî jî da xuyakirin ku li seranserî welêt 27 kes di nava 24 saetan de bi vîrûsê ketine û kesekî jiyana xwe ji dest daye.

Bi vê yekê, heta niha jimara tevahî pêketiyan gihîşt hezar û 847’an, 88 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 286 mirov jî rehet bûne.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 96 kesên din mirin

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îranê diyar kir ku di nava 24 saetên borî de, 991 kes bi vîrûsê ketine û 96 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 91 hezar û 427 kes bi Coronayê ketine û 5 hezar û 806 kes jî mirine.

Back to top button