Namzetên Amedê bi platforma parastin û piştevaniya bajar re civiyan

Namzetê parlamenteriyê yên Amedê bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar re hate ba hev.
Di hevdîtinê de li ser girîngiya hilbijatinan û tecrîda li dijî Rêber Apo hate sekinandin.
Namzetan bal kişandin ser pirsgirêk û qeyranên li Tirkiyê û gotin
“Çareserkirina van pirsgirêkan jî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e û divê tecrîd were bidawîkirin”

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê li bajêr bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniya Bajar re hevdîtin kirin.

Di hevdîtina bi platformê re ku ji zêdetirî 80 rêxistinên civaka sivîl, ked û pîşeyî pêk tê pêvajo hate nirxandin.

Namzetên Amedê: Divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, diyar kir ku piştevaniya heyî piştî erdhejên Mereşê xurtir bû û got:

“Divê demokrasiya herêmî û piranîparêzî bidome.

Em ê têkoşîna xwe ya di vê mijarê de bidomînin.”

Bi domdarî Gûlîstanê bal kişandes ser tecrîda li dijî Rêber Apo û diyar kir divê tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin.

Namzeta parlamenteriyê Halîde Turkoglû jî di hevdîtinê de anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê bûye mîsogeriya demokrasiya herêmî.

“Çareserkirina pirsgirêkan bi birêz Ocalan pêkan e”

Halîde destnîşan kir ku komara demokratîk û demokrasiya herêmî eleqeya xwe bi hev ve heye û wiha got:

“Em ê bigihijin astekî wisa ku demokrasiya herêmî, rêveberiyên herêmî esas digirin.

Çareserkirina van pirsgirêkan jî bi birêz Abdullah Ocalan pêkan e ku niha li Îmraliyê di tecrîdê de tê ragirtin.

‘An demokrasî an jî dîktatorî’

Namzetê parlamenteriyê Cengîz Çandar jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê

Cengîz Çandar jî anî ziman ev hilbijartin dê bibe bijartina du vebijêrkan û got:

An dê Tirkiye bikeve rêya dîktatoriyeke pir dijwar an jî berê xwe bide demokrasiyê.

Ev biryar jî ji her devera welêt zêdetir kurdan eleqedar dike.”

Namzetên Amedê çandar: Tecrîd zext, gef û heqareteke

Bi domdarî Çandar destnîşan kir ku nebûna demokrasiyê ya li welêt dê bê wateya xeniqandina kurdan û wiha îşaret bi têkiliya wê ya bi tecrîda li ser Rêber Apo re kir:

“Ev zêdetirî 2 sal in tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin.

Heke Ocalan şexsiyetekê siyaseta kurd nebûya, gelo ma dê tecrîdeke wiha li ser ferz bikirana?

Ev tecrîd zext, gef û heqareteke.”

Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Back to top button