Balafira leşkerî yê Amerîka yê bi cûreya Osprey ket xwarê

Îro Balafira leşkerî yê Amerîkayê ya bi navê Osprey li peravên Japonyayê kete xwarê.
Di balafirê de 6 kes hebûn û rayedarên Japonî dan xuyakirin sê ji wan hatiye dîtin.
Her wiha Osprey ku ji hêla Bell Helicopters û Boeing ve hatî çêkirin, di van salên dawî de bi qezayan derketiye pêş.
Ji bo rizgarkirina kesên ji balafirê ketiye rayedarên Japonî xebatên xwe didomîn.

Hat ragihandin ku balafira şer a V-22 Osprey ya Amerîkayê ya ku 6 kes tê de bûn li peravên Japonyayê ket xwarê.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya peravê ya Japonyayê, balafir li başûrê rojavayê girava Yakuşîmayê ketiye xwarê.

Ewlehiya peravê ragihand ku keştiyên dewriyeyê û balafir şandin herêmê.

Li gorî nûçeya kanala televîzyonî ya Japonî NHK’ê, di lêgerînan de 3 kes hatine dîtin.

Ewlehiya peravê ragihand ku kesek ji hişê xwe çûye hatiye dîtin û bo bendera herî nêzîk hatiye veguhestin.

NHK’ê di nûçeya xwe de ragihand ku balafira navborî girêdayî baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Yokota ye.

Hirokazu Matsuno: Erka me yê pêşîn rizgarkirina mirovan e

Berdevkê hikûmeta Japonyayê Hirokazu Matsuno destnîşan kir ku balafir ketiye xwarê û wiha got: “Dê pêşî li rizgarkirina jiyana mirovan bê dayîn.”

Derbarê mijarê de ji Balyozxaneya Amerîkayê ya li Japonyayê tu daxuyanî nehat dayîn.

54 hezar artêşên Amerîkayê li Japonyayê ne. Navê Osprey ku ji hêla Bell Helicopters û Boeing ve hatî çêkirin, di van salên dawî de bi qezayan derketiye pêş.

Qezayên domdar ên balafirên Amerîkayê

Her wiha di qezaya balafirê de ku meha Tebaxê li bakurê Awustralyayê pêk hatibû sê ji 23 leşker miribû.

Boeing MV-22B Osprey li Girava Melville ket xwarê, sedema qezayê nehatibû zelalkirin.

Par di tetbîqata perwerdeya NATO’yê ya li Norwêcê de ji 4 leşker di encama ketina balafira tîpa MV-22BM Osprey de mirin.

Di sala 2016’an de balafira cureya MV-22 Osprey li peravên Okinawayê ketibû xwarê.

Di van salên dawî de qezayên din jî bi balafirên leşkerî yên Amerîkî re rû dan.

Helîkoptereke leşkerî ya Amerîkî vê mehê di dema tetbîqateke perwerdeyê de li Derya Spî ket û 5 leşkerên Amerîkî mirin.

Di meha Îlonê de, balafireke şer a dizî ya F-35 li Karolînaya Başûr ketibû xwarê, lê pîlot di kêliya dawî de karîbû xwe ji balafirê bavêje.

Back to top button