Rejîma Îranê dixwaze 6 gundên Kurdan ên li ser sînor, bi hêceta li herêma sor a ser sînor in, bide valakirin.
Li gorî biryarek Meclisa Bilind ya Ewlehiya Netewî a rejîma Îranê, wê tugaya sînorî ya supayên Îranê a li bajarê Serdeşt ya girêdayî parêzgeha Urmiyeyê, 6 gundên ser wî sînorê vale bike.
Hinceta rêjîma Îranê ew e ku ev gund cihê wan ser herêma sor ya ser sînor e.
Li gorî agahiyan, rejîm dixwaze gundên Herzinî, Eşkanî Xiwarî, Têt Xiwarî, Gake, Berdan û Gureşêre ên ser sînor bide vale kirin.