Sancar: Divê helwestek zelal were nîşandan

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ehmed Dawudoglû ji ber binçavkirina rêveberên HDP’ê yên niha û yên berê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar geriya.
Davûtoglû diyar kir ku operasyon ne hiqûqiye.
Sancar got, pêwîste li dijî êrişan helwestek zelal were dayîn.

Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ehmed Dawudtoglû ji ber binçavkirina rêveberên HDP’ê yên niha û yên berê ku bi îdiaya çalakiyên Kobanê hatibûn binçavkirin, li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar geriya.

HDP’ê têkildarî naveroka hevdîtinan daxuyaniyek weşand:

HDP’ê diyar kir ku Hevserokê wan Sancar di hevdîtinê de destnîşan kiriye ev êriş netenê li dijî HDP’ê pêk tên û gotiye:

“Ev êriş li dijî muxalefetê hemû ye.

Her kesê ji AKP’ê cudatir difikire di hedefe de ye.

Pêwîste tevahiya hêzan li dijî van êrişan helwestek zelal nîşan bide.”

Serokwezîrê wê demê Dawudoglû: Operasyon nehiqûqî ye

HDP’ê da zanîn ku Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ehmed Dawudoglû îşaret bi bûyerên 2014-2015’an kiriye û diyar kiriye ku gelek mijar heye ku divê werin axaftin.

Dawudoglû anî ziman ku êrişa hatiye kirin “ne hiqiqî ye” û tiştên diqewimin zirarê dide welat û divê gavên ku Tirkiyê ber bi dewleta hiqûqê ve bibin werin avêtin.

Back to top button