Lîlwa Abdullah ji hewldana sûîqestê rizgar bû

Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdullah ji hewldana sûîqastê rizgar bû û ajokarê wê birîndar bû.

Hat ragihandin ku li dijî Berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah hewldana sûîqastê hate kirin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê berdevka Fermî ya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah li ser rêya Xurafî ya Dêrazorê derbas dibû, kesên nenas gule li erebeya wê reşandin.

Lîlwa Abdullah rizgar bû û ajokarê wê birîndar bû.

Derbarê bûyerê de heta niha ti aliyan daxuyanî nedaye.

Ev cara 5’an e ku şaneyên veşartî hewl didin li dijî Lîlwa Abdullah sûîqastê bikin lê belê hemû hewldanên wan têk çûne.

Back to top button