Li Başûrê Kurdistanê boykota mamosteyan berfireh dibe

Boykota mamoste û karmendên Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û navçeya Koyeyê li başûrê Kurdistanê berfireh dibe.
Mamoste dixwazin di zûtirîn dem de tayînkirina wan bi fermî ji aliyê hikûmetê ve bê bicih kirin û mûçeyê wan bê dayîn.

Ev 78 rojin xwendina li herêmên Silêmanî, Helebce, Germiyan, Raperîn û navçeya Koyeyê rawestiyaye.

Sedema vê yeke jî dewamiya boykota mamosteyên herêmên nav borî ne.

Li Helebçe mamosta li dijî xemsariya hikumeta Başûr daketin qadan

Îro jî welatiyên Helebçeyê bi heman armancê daketin kolanan û bertekên xwe li hemberî hikûmeta başûrê Kurdistanê nîşan dan.

Jîngehparêz Umer Fayeq ku tevlî çalakiyên mamostayan bû dibêje:

“Ez weke malbatên xwendevanan, tevlî çalakiyê bûm, ji ber ku mamostê doza mafê xwe yê rewa dikin.”

Melayê bi navê Ebdulbasît Ebdulhemîd jî ji bo piştgiriya mamostayan tevlî çalakiyên bûye.

Ebdulhemîd anî ziman ji ber ku zilm û zordarî li mamostayan tê kirin, daketine kolanan û wiha got:

Hemû cîhan dizane Hikumeta Herêmê xwedî pereye, lê pereyan ji bo bercewndiyên xwe xerc dike, welat hatiye firotin.”

Berhem Mistefa: Wê boykota mamosteyan dewam bike

Li aliyêkî din ji bo şikandina boykota mamostayan, rêveberiya dibistanên Silêmaniyê, zext li mamostayan dike.

Derbarê mijarê de Endamê Sekreteriya Yekîtiya Mamostayan Berhem Mistefa ji ajansa Rojnewsê re axîvî û ev tişt anî ziman:

“Ev du meh û nîve boykot dewam dike, kes li mamostayan xwedî dernakeve.

Ger daxwaza şikandina boykotê jî bikin, emê boykota xwe dewam bikin.

Boykot û çalakiyên vê carê ji yên dema borî cûdatire, ji ber ku ev boykot ne hizbîne.”

Back to top button