QSD: Agahiyên beşdarbûna me di operasyonekê li Dêrazorê ne rastin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’e têkildarî tevgerên leşkerî yên dawî li Dêrazorê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, di demên dawî de hin dezgehên çapemeniyê li ser tevgera hêzên me li Dêrazorê, hin agahiyên tevlihev belav kirin û wiha hat gotin:

“Behsa beşdarbûna hêzên me di operasyoneke leşkerî ya muhtemel de tê kirin.

Em teqez dikin ku ev agahî ne rast in û xwe nasipêrin ti bingehê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, di çend rojên derbasbûyê de hêzên QSD’e di çarçoveya operasyonên xwe yên rotînî yên li dijî tevgera çeteyên DAIŞ’ê de tev digeriyan.

QSD’e dawiyê teqezî li ser dewamkirina operasyonên xwe li dijî şaneyên DAIŞ’ê heta pêkanîna aramî û ewlehaiya herêmê kir.

Back to top button