YBŞ’ê du jinên ciwan ên hatin rizgarkirin radestî malbatên wan kir

Du jinên ciwan ên Êzidî yên bi navê Aliya û Besê ku di dema fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê de.
Ev ciwan piştî 9 salan ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve, ji kempa Holê hatin rizgakirin û radestî YBŞ û YJŞ’ê hatin kirin.

Herdû jinên ciwan îro li Xanesorê li Şaxa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê a li Xanesorê radestî malbatên wan hatin kirin.

Endama TAJÊ’ê Neam Umer di dema radestkirinê de keyfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Em dibînin 9 sal derbas dibin lê heya niha hemû cîhan li hember civaka Êzidî bêdenge.

Heya niha Iraq liser mijara jinên Êzidî ên winda bi erka xwe ranebûye.

Endama TAJÊ Nefiya Mêşo jî da diyakirin ku bi ked û têkoşînek bê hempa ev jinên ciwan têne rizgarkirin.

Paşê Apê herdû jinên ciwan, Xelîl Xidir spasiya QSD, YBŞ’ û YJŞ’ê kir û got:

“Ev 9 sal derbas bûne lê heya niha gelek kes di destê çeteyan de mane.

Em dixwazin kesên mane jî di demek nêzde bên dîtin û werin vegerandin.”

Back to top button