Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şehîd Bêrîtan bi navê xwe yê din Gulnaz Karataş di salvegera 31. ya şehadeta xwe de bi çalakiyan hate bibîranîn.
Li Qamişlo û navçeyên girêdayî wê gel daketin qadan û bi meşên girseyî soza şopandina rêya şehîd Bêrîtan dan.
Şehîd Bêrîtan bi navê xwe yê din Gulnaz Karataş di salvegera 31. a şehadeta xwe de li seranserî herêmê bi meş û çalakiyên girseyî hate bibîranîn.
Li bajarê Qamişlo meşek girseyî hate lidarxistin û şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Piştî meş veguherî mêtingê daxuyaniyek hate dayîn.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser îxaneta PDK’ê û hat gotin: “Hê jî PDK xeta îxanetê didomîne, bi dewleta Tirk a dagirker re hevkariyê dike, êrişî gerîlayan û welatparêzan dike.
Li Tirbespiyê jî meşeke girseyî hate lidarxistin.
Di meşê de li ser navê Kongra STAR Asya Cumaa axivî û got: “Xayînan her dem hewl daye îradeya gelê Kurd têk bibe, lê belê îradeya me ji siyasetên wan bi hêztir e.”
Her wiha şêniyên navçeya Çilaxa, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl jî bi bi meşeke girseyî şehîd Bêrîtan bi bîr anîn.
Li Girkê Legê jî gel li qadan bûn.
Jinên beşdarî meşê bûn diyar kirin ku ew ê têkoşîna li ser xeta şehîd Bêrîtan heta bidestxistina azadiyê bidomînin.
Şêniyên Til Koçerê, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên Kongra Star jî bi meşekê şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Di meşê de hate gotin: “Şehîd Bêrîtan xeta jina azad afirand, wekî jinên Ereb em ê li ser vê xetê bin.”
Li Dêrikê jî jin li qadan bûn û şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Di meşê de gelek axaftin hatin kirin û hate gotin: “Şehîd Bêrîtan ji xiyanetê re got na. Îro jî em li dijî xiyanetê û komployê têdikoşin.”
Li Til Hemîsê jî bi heman armancê meşek hate lidarxistin.
Şêniyên navçeya Amûdê jî bi meşekê şehîd Bêrîtan bibîranîn.
Di meşê de têkoşîn û berxwedana şehîd Bêrîtan hate bibîrxistin û hat gotin: “Şehîd Bêrîtan bi çalakiya xwe peyamek da tevahî jinên Kurd û Cîhanê.”