Şehîd Bêrîtan li Hesekê û navçeyên wê bi çalakiyan hate bibîranîn

Li bajarê Hesekê û navçeyên wê jî şehîd Bêrîtan hate bibîranîn.
Di çalakiyên bîranînê de soza şopandina xeta şehîd Bêrîtan heya bidestxistina azadiyê hate dayîn.

Li Hesekê bi beşdariya gelek jinan û koçberên Serê Kaniyê meşek hate lidarxistin û şehîd Bêrîtan hate bibîranîn.

Di meşê de Rîma Mehmûd axivî û got: “Şehadeta Bêrîtan a bi destê PDK′ê xiyaneteke mezin e, dê neyê jibîrkirin.”

Xelkê Til Birakê jî meşek li dar xistin û şehîd Bêrîtan bibîranîn.

Di meşê de hate gotin: “Şehîd Bêrîtan destanên lehengiyê nivîsandin û di oxira azadiyê de canê xwe feda kir.

Em jî wek jinên herêmê soz didin şehîd Bêrîtan û tevahî şehîdên azadiyê ku li pey şopa wan bin.”

Xelkê Şedadê, Hol û bajarokê Mergede jî li navçeya Erîşa kom bûn û meşek li dar xist.

Di meşê de endama Yekîtiya Jinên Ciwan Bedriya El Hisên bang li tevahî jinan kir ku ser xeta şehîd Bêrîtan têkoşînê mezin bikin.

Li Til Temirê jî bi daxuyaniyekê şehîd Bêrîtan hate bibîranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Şehîd Bêrîtan bû sembola jinên têkoşer û bi hêz ên ku koletî û teslîmiyetê qebûl nakin.”

Back to top button