Nêçîrvan Barzanî û Sudanî li hev civiyan

Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî, Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî û balyozê Emerîka yê Iraqê civiya.

Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Bexdayê de tevlî merasîma roja şehîdên Iraqê û salvegera kuştina Mihemed Baqir El Hekîm bû.

Derbarê serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Bexdayê de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînan de li ser pêşhatên dawî yên li Iraqê, pêşxistina peywendî û hemahengiya di navbera hikûmeta Herêm û Iraqê de axivîne.

Hat gotin ku di civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Sudanî de behsa karê hevbeş yê her du aliyan, bi taybetî jî mijara yasaya neft û gazê, budceya Iraqê û hewildanên ji bo parastina sinorên Iraqê axivîne.

Back to top button