HPG’ê: Li Zap û Metîna 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap û Metîna li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê diyar kir di encama çalakiyan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin 2 jî birîndar bûn û dronek jî hate rûxandin.
HPG’ê da zanîn artêşa Tirk 15 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebarankirin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir tevî bombebaran, bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî jî berxwedana dîrokî ya gerîla bê navber dewam dike û ev agahî parve kir:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 17’ê Îlonê li Qada Çemço ya bi ser herêma Zapê, di encama çalakiya sekvaniyê ya tîmên bi tevger de dagirkerek hate kuştin.

Heman rojê li Girê Şehîd Sîpan ya bi ser Qada Saca 2 dagirker, li Qada Şehîd Adil ya girêdayî Çemço 4 dagirker, li Qada Şehîd Agir ya bi ser Sîda dagirkerek di encama çalakiyên tîmên bi tevger de hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 17’ê Îlonê li Girê Amediyê yê bi ser herêma Metîna di çalakiyên tîmên bi tevger de derb li hêzên dagirker hate xistin.

Di heman demê de droneke ku li ser qadê digeriya jî hate rûxandin.

 HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 15 caran bi çekên kîmyewî qadên Gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ya dagirker 15 caran bi çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.

Back to top button