Navenda Ragihandinê ya YPG’ê Fermandar Amara Ronahî bi bîr anî û da zanîn ku ew ê ked û fedekariya rêheval Amara ti carî ji bîr nekin. YPG’ê got:”Şehîd Amara Ronahî 2014`an de beşdarî şerê Kobanê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûbû û demekê di xebatên Navenda Ragihandinê ya YPG`ê de cih girtibû, ew bû dengê şervanên YPJ û YPG’.
Navenda Ragihandinê ya Yeknîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyekê Fermandar Amara Ronahî bi bîr anî.
YPG’ê destnîşan kir ku di kêliyên herî zor ên şerê dagirkeriyê de bi hezaran ciwanên Kurd ji her çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan qadên cenga Rojava.
Bêguman di rojên herî teng û xeter de gerîlayên hêzên parastina gel ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşt û bajaran û canê xwe li hember çeteyên DAİŞ’ê kirin mertal.
Yek ji wan gerîlayan jî şehîd Gamze Laçîn bi nasnav Amara Ronahî bû.
Rêheval Amara ya ku di sala 2014’an de ji çiyayên Bakurê Kurdistanê berê xwe da bajarê Kobanê, şahidî ji hovîtiya çeteyên DAİŞ’ê re kir û bi hêrsa tolhildanê di çeperên herî pêş de cihê xwe girt.
Bi qasî ku rêheval Amara di nava dijwariya şer de, ked û fedekariyeke mezin raber kir, ewqasî jî kedeke wê ya mezin di nava kar û xebatên Navenda Ragihandina YPG’ê de jî çêbû.
YPG’ê anî ziman ku Fermandar Amara bi objektîfa xwe dijwariya şerê Rojava û berxwedaniya şervanan ji tevahî cîhanê re teyîsand.
Di kêliyên şopandina wê ya di şer de bi taybet li hemberî êrîşên li ser jin û zarokan pir hişyar bû.
YPG’ê wiha anî ziman:
Rêheval Amara di navenda ragihandina YPG’ê de sekna jina ku pêşengiya jiyan, tekoşîn û şoreşê dike bi dilnizmiyeke mezin temsîl kir.
Wek navenda ragihandina YPG`ê heger em gihane van rojan, ev bi saya keda rêheval Amara û bi dehan şehîdên ragihandina YPG’ê ye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 15’ê Îlonê de diyar kir ku Fermandar Amara Ronahî di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di Tebaxa 2022’an de gihîştiye asta şehadetê.



