KJK’ê kuştina Mahsa Emînî (Jîna) şermezar kir

Koordînasyona KJK’ê kuştina Mahsa Emînî (Jîna) û jina Ermenî Anush Abetyan şermezar kir. KJK’ê diyar kir ku kuştina jinê parçeyek ji komkujiyên li dijî jinan ên bi rêk û pêk in û bang li jinên Belûc, Fars û Azerî kir ku li dijî van polîtîkayên dijminatiya li jinê, li her qadê têkoşîna xweparastinê mezin bikin.

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê kuştina Mahsa Emînî (Jîna) şermezar kir.

KJK’ê serhildana jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û sersaxî ji malbata Jîna Emînî re xwest.

Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku dewleta Îranê ya dijminê jinê, êşkenceyê li her qada jiyanê normal dike û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li hemberî jinê bi rêk û pê dike, rewa dike.

KJK: Kuştina jinê parçeyek ji komkujiyên li dijî jinan ên bi rêk û pêk in

KJK’ê da zanîn ku li çar aliyên cîhanê jin bi rêk û pêk ji aliyê mejiyê bi serweriya mêr ve têne kuştin û wiha domand: “Bûyerên kuştina jinan ku bi şêweyên cuda têne kirin, bûyerên yekcaran nîne, berevajî, pareçeyek ji komkujiya jinê ya bi rêk û pêk e. Jin bi encama mejî û pêkanînên li dijî jinê û jiyanê bi mejiyê dewletê têne qetilkirin. Zêdebûna kuştina jinan di heman demê de nîşaneya rewşa krîzê ya sîstemê ye.”

KJK: Pêwîstî pê heye ku xweparastin li her derê bê mezinkirin

Di dewama daxuyaniyê de KJK’ê got: “Em bang li hemû gelên xwe, di serî de jinên Rojhilatê Kurdistanê û jinên Belûç, Fars û Azerî dikin ku li her qadê xwe bi rêxistin bikin û li hemberî van polîtîkayên mêtîngeriyê têkoşîna xwe ya cewherî bilind bikin.”

Koordînasyona KJK’ê kuştin şervana jin a Ermenî ANUSH ABETYAN a ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve bi rengekî hovane, şermezar kir û got: “Ev komkujiya ku encama zihniyeteke bi heman rengî ye, wê bibe wesîleya avakirina xeta hevpar a têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan. Li ser vê bingehê em hemû jinên ku di encama zor, êşkence û zextên dewletên mêtînger de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê ji sîstem û pergalê hesap bipirsin.”

Back to top button