Pelosi piştevaniyek xurt da Ermenîstanê

Aloziya navbera Ermenîstan û Azerbeycanê ji sînorê van welatan derbas kiriye. Meclisa Nuneran a Amerîka Pelosi serdana Ermenîstanê kir û êrişên Azerbeycanê bi tundî şermezar kir.Pelosi got, Ev êriş kujer û neqanûnî ne. Bakû jî bertek nîşanî daxuyaniyan da.

Seroka Meclisa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Nancy Pelosi ji bo serdaneke fermî a 3 rojî berê xwe da Ermenistanê.

Nancy Pelosi Azerbeycanê ji aloziya dawî ya navbera Êrîvan û Bakûyê sûcdar kir.

Pelosi li paytexta Ermenîstan Erîvanê daxuyanî da û diyar kir ku rêveberiya Bakûyê “li ser xaka Ermenîstanê êrîşên kujer û derqanûnî pêk anîne” û got,

“Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin.”

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka, Azerbeycanê ji destpêkirina şer berpirsyar dibîne, destnîşan kir ku divê ev yek ji aliyê civaka navneteweyî ve jî were nirxandin.

Nency Pelosi her wiha diyar kir ku wê di têkoşîna navbera demokrat û otokratên li çaraliyê cîhanê de piştgiriya bo Ermenîstanê dewam bikin.

Serokê Parlamentoya Ermenîstanê Alen Simonyan jî beriya Pelosi bigihêje welat anî ziman ku ev serdan wê ji bo ewlekariya welat roleke mezin bileyîze.

Azerbeycan: Pelosi siyasetmedareke alîgirê Ermenîstanê ye

Li ser daxuyaniyên Pelosi yên li Êrîvanê, Azerbaycanê bertek nîşan da.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Azerbeycanê da hat destnîşankirin ku gotinên Pelosî derbeyeke giran li hewldanên aştiyê jî xistine û Pelosî her tim “wek siyasetmedarekî alîgirê Ermenîstanê” tê naskirin.

Ermenîstan piştî serxwebûna xwe ya 1991’an bidest xistî û heta niha yekem careke serdaneke ji Amerîka di vê asta bilind de bo welat pêk tîne.

Pelosi li gorî sîstema rêveberiya Amerîka Piştî Serokê welat Joe Biden û cîgira wê, di rêza sêyem de ye.

Rûsya ku bi kevneşopî li erdnîgariya Kafkasyayê xwedî bandor e, bi Ermenîstanê re di nava tifaqeke leşkerî de ye.

Lê belê, bi taybetî piştî Şerê Qerebaxê yê 2020’an, li Erîvanê li hember Moskowayê bêhêvîbûnek heye.

Serokê Meclisa Ermenîstanê Sîmonyan çend roj berê der barê têkiliyên bi Rûsyayê re daxuyanî da û got,

“Helbet em ne razî ne.

Hêviyên me bi cih nehatin.”

Di şerê nava rojên dawiyê de li herêmê pêk hat, ji Ermen û Azeriyan bêtirî 200 leşker û sivîl hatin kuştin.

Back to top button