Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan hatibû destpêkirin bi koma 42’yan di dome.
Di çalakiyê de cîgirê Hevserokê Dîwana Meclisê ya wargehê Rûbar Spêndarokî axivî û got: “Ev zêdeyî du salane tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê meşandin.
Ev tecrîd di kesayetiya Rêbertî le li ser tevahî gelê Kurd yê aştîxwaze tê pêkanîn.
Ne gelê Kurd û ne jî gelên Rojhilata Navîn nikarin bêyî Serokatî jiyan bikin.
Em bang li gelê Bakûrê Kurdistanê dikin ku mil bidin milê Rêbertî û gerîla, Kurdistan ne tenê ya gerîlayan e ya her ferdekî ku ji bo azadiyê dimeşe ye.”