Êrişî bazara Donetskê ya Ukraynayê de 25 kes mirin

Li dijî bazara bajarê Donetsk a Ukraynayê ku dibin kontrola Rûsyayê de ye, êrişk pêk hat.
Di vê êrîşê de 25 kes mirin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres êrîşa li ser herêma Donetsk ya Ukraynayê bi tundî şermezar kir.

Li dijî bazara bajarê Donetsk a Ukraynayê ku dibin kontrola Rûsyayê de ye, êrişk pêk hat.

Serokê Komara Gel a Donetskê ya ku Rûsya piştgiriya wê dike got:

“Agahiyên ku niha 25 kes mirine û herî kêm 20 kes jî birîndar bûne, gihîştine me.”

Alîgirên Rûsya, Ukrayna ji êrîşa li ser bajêr berpirsyar dît û tişta ku hate kirin wekî “êrîşek tirsnak li dijî deverên sivîla” binav kir.

Ukraynayê derbarê êrîşê de ti daxuyanî neda.

Rayedaran diyar kirin ku êrîş li taxeke li başûrê rojavayê bajêr pêk hatiye.

Gund bi qasî 15 kîlometreyan dûrî eniya rojhilat a şer e.

Antonio Guterres êrîşa li dijî Donetskê şermezar kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres êrîşa li ser herêma Donetsk ya Ukraynayê bi tundî şermezar kir.

Di derbarê êrîşê de ji aliyê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ve daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrîşê de 25 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Guterres her êrîşeke li dijî sivîlan û binesaziyên sivîl di serî de êrîşa li ser Donetskê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrîşên li dijî sivîlan û binesaziyên sivîl hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê dike, nayê qebûlkirin û divê demildest bên rawestandin.

Back to top button