Bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Kantona şehbayê ,Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dirûşma “Bi ruhê şehîdan em çandê bi ser bixin û azadiya Serok Apo misoger bikin” Mîhîrcana 4’an a Amara li dar xist.
Mihrîcan di roja dûyemîn de bi çalakiyên hunerî bi dawî bû.
Mîhrîcan li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê di roja duyemîn de berdewam kir.
Bi sedan şêniyên kantona Şehba û Efrînê li qada kampê kom bûn..
Di Mîhrîcanê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zu El Feqar Nêrebiyê axivî û got:
“Civaka azad bi hêza ciwanên wê ava dibe.
Ciwan pêşengên şoreşê ne ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirin bingeha şoreşa li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.”
Di dawiyê de Zu El Feqar Nêrebiyê bang li ciwanan kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ku hewl didin destkeftiyên şoreşê têk bibe têkoşînê mezin bikin.
Piştî nîqaşan koman hûnerên xew pêşkêş kirin û bi gerandina govendê Mîhrîcana 4’an a Amara bi dawî bû.