Ji rojnamevan Silêman Ehmed 168 rojin agahî nayê girtin

168 rojin agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
Guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 168 rojin agahî nayê girtin.

PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Ajansa Rojnewsê got: Aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.

PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

Rayedarên Rojnewsê ku dixwazin têkildarî edîtorê wan Ehmed tavilê agahî bi raya giştî re bên parvekirin, serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dabûn.

Ev 167 rojin tu agahî li ser Silêman Ehmed nayê bihîstin

Back to top button