“MSD amadekariya lidarxistina kongreya hêz û kesayetên nîştimanî yên sûriyê dike”

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ji bo çareserkirina aloziya sûrî plan dike payîza bê, kongreyeke nîştimanî ya giştî li dar bixe.
Cîgirê hevserokatiya MSD’ê Elî Rehmûn li ser mijarê axivî û got:”Lidarxistina kongreyê wê ne tenê bi MSD’ê ve girêdayî be, em dixwazin ev kongre di Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê bê lidarxistin.”

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD ji bo yekirina muxalîf ên aliyê Sûrî û çareserkirina aloziya sûrî lez daye xebatên xwe.

MSD’ê ragihand ku ew plan dike ku bi kesayetên hundirê Sûriyeyê û derveyî wê re Kongreya hêz û kesayetên demokratîk li dar bixe.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD diyar kir ku armanca wê ji kongreyê, “derxistina Sûriyê ji tunela tarî ye”

Elî Rehmûn: MSD armanc dike ku hêz û mûxalîfên sûriyê bîne gel hev

Cîgirê hevserokatiya MSD’ê Elî Rehmûn ji ajansa Hawarê re têkildarî amadekariyên kongreyê axivî û got:

“MSD xwedî projeke stratejîk e û gelek girîng e.

Nemaze ku opozîsyona Sûriyeyê berbelav e û zaîf e.

Dê siyasetmedarên sûriyeyî yên muxalif, tev li kongreyê bibin

Lewma divê desteyeke siyasî bê avakirin ku hêviyên sûriyeyiyan ên azadiyê û rûmetê rave bike.”

Elî Rehmûn: Kongreya hêz û kesayetên nîştîmanî wê Payîzê pêk bê

Dihat payîn ku MSD’ê kongreya hêz û kesayetên demokratîk sala 2023’yan li dar xistiba, lê belê ji ber gelek sedeman û şert û mercan, li dar neket.

Elî Rehmûn têkildarî vê yekê ev nirxandin kir:

“Komîteyeke amadekar û amadekirinê ya kongreyê heye.

Ew ji nûnerên hêz û kesayetên siyasî yên di rewşa siyasî ya Sûriyê de çalak û bi bandor in.

Em jî beşek jê ne û piştgiriya wê dikin û ji bo ku kongre lidar keve, em di nava hewldanan de ne.”

Girêdayî dema lidarxistina kongreyê, Rehmûn ev agahî parve kir:

“Çaverê ye ku kongre beriya payîzê li dar keve.

Lê belê lidarxistina wê ne tenê bi MSD’ê ve girêdayî ye.

Em dixwazin ev kongre di Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê de bê lidarxistin.”

Elî Rehmûn: Kongre dê hêviyên sûriyeyiyan di azadiyê û rûmetê de bi dest bixe

Cîgirê hevserokatiya MSD’ê Elî Rehmûn bi van peyaman nirxandinên xwe bidawî kir:

“Wê di kongreyê de, desteyeke siyasî bê avakirin ku çareseriya siyasî ya aştiyane ya sûriyeyî li gorî biryarên navneteweyî, ji xwe re dike bingeh û hewl bide biryarên NY`yê bi taybet biryara 2254 bixin pratîkê.

Kongre, hewldanek e ji bo ku hêzên opozîsyonê di desteyeke siyasî de kom bibin ku hêviyên sûriyeyiyan di azadiyê û rûmetê de bi dest bixe.”

Back to top button