7 Meh e Hesekê bê av e

Dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava stasyona Elokê li ser bajarê Hesekê didomîne.
Pêwîstiya bajarê Hesekê rojane bi zêdekirî 130 hezar metrekab avê heye.
Lê gel bi sarinacan debara ava xwe dikin.Rojane 800 sarîc di nava bejar de avê li şêniyan belav dikin.
Li aliyekî din rêxistinên sivîl avê didin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cotmeha 2019’an ve bajarê Serêkaniyê dagir kiriye.

Bi rêbazên cuda şerê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ava stasyona Elokê li ser zêdetirî milyon û nîv xelkê bajarê Hesekê û navçeyê wê biriye.

Dewleta dagirker ji dema dagirkirina Serêkaniyê ve zêdetirî 40 carî ava stasyonê qut kiriye.

Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê cara dawîn a birîna avê beriya 7 mehan bû.

Hewldanên Rêveberiya Xweser

Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3’yê Tîrmeha 2023’yan de Hesekê wek herêmeke bobelatê ragihand.

Rêveberiya Xweser ji bo peydakirina alternatîfan ji stasyona Elokê projeyan pêş dixîne.

Di heman demê de 60 sarîcên avê xistine xizmeta şêniyan ku avê li wan belav dike.

Rojane 800 saric ava li xelkê Hesekê tê belavkirin

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, derdora 800 sarîc rojane di nava bejar de avê li şêniyan belav dikin. Li aliyekî din rêxistniên sivîl avê didin.

Di Adara 2020’î de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê projeya yekemîn a avê li devera Himê ya li rojavayê bajarê Hesekê dabû destpêkirin.

Di çarçoveya vê projeyê de 15 bîr hatin kolandin û di 3 mehan de av dida bajar.

Lê ji ber kêmbûna asta avê bîr zuha bûn.

Projeya ava çemê Firatê neçû serî

Di Tebaxa 2021’an de Rêveberiya Xweser projeyek dabû destpêkirin ku bi dirêjahiya 160 km ava ji çemê Firatê ber bi bajarê Hesekê ve hat kişandin.

Lê ji ber kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, proje sekinî.

Desteya Rêveberiya Herêmî di Tebaxa 2023’yan de projeyeke nû dabû destpêkirin.

Ji bo Hesekê Projeya bîrên Amûdê berdewam dike

Projeya ku li gorî 4 qonaxan pêk tê, 20 bîr li gundewarên navçeya Amûdê tên avakirin û bi boriyên 62 km av ber bi Hesekê ve bê kişandin.

Proje destpêka îsal ji ber hin astengiyan û ji ber lêçûna wê ya zêde ku bi qasî 18 milyon dolar e, dê di çend hefteyên bê de dewam bike.

Li gorî Gerînendetiya Avê ya Hesekê pêwîstiya bajar a rojane bi zêdekirî 130 hezar metrekab avê heye.

Back to top button