Agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê tecrîda li ser Rêber Apo de axivîn. Pêkhateyên herêmê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo binpêkirina mafên mirovan û qelsbûna nirxên demokrasiyê ye .

Dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke mutleq li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Li ser ne girtina agahiyekê li ser rewşa Rêber Apo gelê herêmê bi fikarin .

Hemwextî wê rêxistinên mafên mirovan tevî bangên ji seranserî cîhanê jî tu hewldanan ji bo bidawîkirina tecrîdê nakin.

Hunermend û çalakgerên siyasî yên ji navçeya Şedadê a kantona Cizîrê derbarê tecrîdê de axivîn.

Ewde El Hisên: Fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelan pîkanîna aştiyê ye

Hunermend Ewde El Hisên tecrîda ser Rêber Apo şermezar kir û helwesta rêxistinên navneteweyî rexne kir û got:

“Fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahî gel û pêkhateyan bingeha pêkanîna aştiyê ye.

Ji bo vê jî li şûna girtina wî û bêdengiya li ser girtinê divê were berdan.”

Ewde El Hisên: Rêxistinê navnetewî li dijî kiryarên dagirkeriyê bêdengin

Çalakvanê siyasî Mihemed El Xilêf jî nerazîbûna xwe li hember tecrîdê nîşan da û got:

Li dijî tecrîda li ser Rêber APo gereke em ê têkoşînê berdewam bikin .

Ji bilî têkoşînê tu riyeke din li pêşiya me tune .

Ji ber ku hêz û rêxistinên navneteweyî di dan û standina dozan de dualîtiyê dikin û mafên mirovan binpê dikin.”

Çalakvan Fadil El Ehmed jî da zanîn ku sal bi sal çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zêdetir dibin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye herî dawî jî pêngava cîhanê ya ku di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên seranserî cîhanê dest pê kiriye û gihîştiye zêdetirî 100 dewletan.

Lê dîsa jî ev bang û çalakî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên hiqûqî û mirovî ve tên paşguhkirin.

Zêdeyî 3 sale agahî ji Rêber Apo nayê girtin

Back to top button