Akademisyenên Ereb û Kurd banga azadiya Rêber Apo kirin

Akademisyenên Ereb û Kurd banga azadiya Rêber Apo kirin ku gotin:
“Tecrîd peymanên navneteweyî derbas kiriye.
Hêzên ku piştevana Tirkiyê dikin ji bandora Rêber Apo gelek ditirsin.
Lewma divê zext li tirkiyê were kirin da ku tecrîdê rake.”

Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Apo û Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan li ser platforma dijîtal a Zoomê derbarê girîngiya fikir û felsefeya Rêber Apo û tecrîdê de sempozyûmek lidar xistin.

Mazlûm Dînç: Tecrîd ji peymanên navneteweyî derbas dibe

Parêzerê Rêber Apo, Mazlûm Dînç ku beşdarî sempozyûmê bibû diyar kir şert û mercên Rêber Apo ji yên Mandela dijwartir e û got:

“Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê mutleq e û ji hemû peymanên navneteweyî derbas dibe.

Hêzên ku piştevana Tirkiyê dikin ji bandora Rêber Apo ya hizrî gelek ditirsin.”

Taha Alî: Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şensek e

Zanyarê Rojhilata Navîn Dr. Taha Alî jî da zanîn ku ramanên Abdullah Ocalan bandor li cîhanê kiriye û got:

“Rêber Ocalan ji bo Rojhilata Navîn şensek e.”

Îlhamî El Melîgî: Ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîneke mezin tê meşandin

Koordînatorê Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber ê ji Misrê Ocalan Îlhamî El Melîgî jî ev yek anî ziman :

Ji bo azadiya Rêber Apo pêk were têkoşîneke mezin tê meşandin .

Înîsiyatîfa Erebî wê di demeke nêz de li ser Rêber Ocalan û fikr û felsefeya wî li Misrê pirtûkekê derxîne.”

Dr. Sahar Ehmed: Rêber Apo jin kir mifteya jiyanê

Dr. Sahar Ehmed jî diyar kir ku Rêber Apo jin kir mifteya jiyanê.

Dr. Sahar Ehmed: Rêber ocalan li dijî polîtîkayên dijmin têdikoşe

Prof. Dr. Mihemed El Îmam jî da xwiyakirin ku Rêber Apo li dijî polîtîkayên nijadperestiyên Tirk ên li dijî gelê Kurd, têdikoşe.

Mamostayê Zanîngeha Şanşî ya Çînê Prof. Dr. Sîfan Seîd destnîşan kir ku Rêber Apo bi model û têkoşîna xwe beşeke mezin a civakê guhertiye .

Dr. Ehmed Enbiyuh jî diyar kir ku Rêber Apo bi pêşkêşkirina neteweya demokratîk gaveke mezin di têgîn û reftaran de avêt.

Dr. Sahar Ehmed: Em ji bo avakirina fikir û zihniyeta mirovekî demokirat dixebitin

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî destnîşan kir ku ew bi gelek saziyan re ji bo avakirina fikir û zihniyeta mirovekî demokirat dixebitin.

Ji Başûrê Kurdistanê Dr. Hîkmet Ebdulkerîm jî diyar kir ku pêwîste her kes berpirsyariya xwe li pêşberî kesên din û xwe bi cih bîne.

Ehmed Receb: Divê zext li Tirkiyê were kirin da ku tecrîdê rake

Endamê Yekîtiya Buroyên Erebî Ehmed Receb jî anî ziman ku ew ê fikir û felsefeya ku Rêber Apo temsîl bike .

Back to top button