Fînlandiya: Em ji êrişeke muhtemel ya Rûsyayê re amade ne

Rêveberiya Fînlandiya ji bo vê yekê jî bi welatên Rojavayî re peymanên şer amade dike.
Artêşa Fînlandiya ragihand ku ew ji êrişeke muhtemel ya Rûsyayê re amade ne.

Piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê, Fînlandiyayê dev ji siyaseta xwe ya leşkerî ya bê alîgiriyê berda û serî li NATOyê da.

Serfermandarê Fînlandiyayê Timo Kivinen diyar kir ku welatê wî bi dehan sal e amadekariya êrîşeke muhtemel a Rûsyayê dike û di êrîşeke muhtemel a Rûsyayê de ew ê bi xurtî xwe biparêzin.

Sererkanê Fînlandiyayê diyar kir ku ew xwedî cebilxaneyeke leşkerî ya girîng e.

Timo Kivinen got,

“Weke ku şerê li Ukraynayê niha piştrast kirî, xeta herî girîng a parastinê di navbera herdu guhên yekî de ye.”

Kivinen anî ziman ku wan parastina leşkerî ya Fînlandiyayê ji bo şerekî dijwar pêşxistiye û ev tişt got:

“Ukrayna ji Rûsyayê re bû pariyek zehmet, wê Fînlandiya jî wiha be.”

Sererkanê Fînlandiyayê bi bîr xist ku Fînlandiyayê ji bo bibe endama Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) serlêdan kiriye.

Her wiha diyar kir ku ger ew tev li vê rêxistinê bibin, bi saya pergala kontrola hewayî ya hevpar a NATOyê dikarin kapasîteya hişyariya zû ya welatên xwe zêde bikin.

Piştî dijberiya Tirkiyê ya li hemberî endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya bo NATOyê, şandeyên herdu welatan 25’ê Gulanê li paytexta Tirkiye Enqerê civiyan.

Swêd û Fînlandiya ya ku bi dehê salane polîtîkaya leşkerî ya bêalî dimeşand, piştî êrişa Rûsya ya 24’ê Sibatê ser Ukrayna pêk anîn ê dî dixwazin xwe di bin banê NATO de biparêzin.

Herdu welatan 18’ê Gulanê bi fermî serlêdanên xwe bo NATO yê pêk anîn.

Ji bo endamtiya herdu welatan pêk were, pêwiste 30 endamên NATO vê yekê bipejirînin.

Lê Tirkiye bi hincetên ku dixwaze ev welat xebatên gelê Kurd bidin qedexekirin, ji bo erêkirina endamtiyê aloziyan derdixe.

Fînlandiyayê ku di salên 1940’an de du caran bi cîranê xwe yê rojhilatî, Yekîtiya Sovyetê re şer kir.

Di van şeran de nêzî 100 hezar welatiyên wî hatin kuştin û ji dehan yekê xaka xwe winda kir.

Fînlandiya her çiqasî polîtîkayên bêalîbûnê meşandibe jî lê di warê leşkerî de, hêza xwe pêşxist.

Li Fînlandiyayê xizmeta leşkerî hîn jî mecbûrî ye.

Back to top button