UNICEF: 8 milyon zarok ji birçîbûnê li ber mirinê ne

Li dehan welatên parzemîna Asya, Afrîka û Amerîka bi mîlyonan zarok ji birçan li ber mirinê ne. Fona Alîkariya Zarokan a NY (UNICEF) ragihan ku 8 mîlyon zarok ji birçan liber mirinê ne.
UNICEF banga alîkariya 1,2 mîlyar dolar alîkarî ji welatên G7 kir.

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) li 15 welatên ku herî zêde ji kêmbûna xwarinê bandor bûne ji bo bi mîlyonan zarokan ket seferberiyê.

Li Efxanistan, Burkîna Faso, Çad, Komara Demokratîk a Kongoyê, Etiyopya, Haîtî, Kenya, Madagaskar, Malî, Nîjer, Nîjerya, Somalî, Sûdana Başûr, Sûdan û Yemenê 8 mîlyon zarokên 5 salî û biçûktir di bin metirsiya mirinê de ne.

UNICEF’ê ragihand ku ji bo pêşî girtineke gengaz a mirina zarokan, wan ev welatan xistiye nava “plana lezkirinê”.

UNICEF’ê bal kişand ser lezgîniya tedbîrên ku bên girtin û diyar kir ku ji serê salê ve 260 hezar zarokên din ji ber giranbûna bandora krîza xwarinê ya cîhanê gihiştine asta metirsiya mirinê.

Ev yek jî tê wateya ku her deqeyî zarokek ketiye nava vê rewşê.

Hat diyarkirin ku sedema sereke ya vê rewşê jî ji ber şerê li Ukrayna bihabûna xwarinê, ziwabûna demdirêj a ji ber guherîna avhewayê ya li gelek welatan û bandora aborî ya jiber pandemiya Covid-19’an bû.

UNICEF’ê diyar kir ku pêwîstiya 15 welatên mijara gotinê bi lezgînî bi alîkariya xwarin û dermanan heye û bang li serokên G7’an kir ku di rojên pêş de li Almanyayê bicivin.

UNICEF; ji serokên G7 ku di nav de DYA, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya, Japonya û Kanadayê pêk tê, 1,2 mîlyar dolar paketek alîkariyê xwest.

Back to top button