Efxanistan..jimara kesên mirî ji 1,000’î derbas kir

Li rojhilatê Efxanistanê erdheja rûdayî wêraniyeke zêde li pey xwe hişt.
Jimara kesên jiyana xwe ji dest dayîn hezar derbas kir.
Ji ber gelek mirov hê jî di binê xirbeyan de ne, fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
NY jî bang li hêzên cîhanî kir ku alîkariya mexdurên Efxanî bike.

Doh li herêma sînor a di navbera Efxanistan û Pakistanê de, erdheja bi hêza 6.1 pêk hat.

Erdhejê herî zêde bandor li Wîlayeta Paktîka kir.

Berpirsê Ragihandinê li Efxanistanê Mihemed Emîn Hezîfe eşkere kir ku heta niha hejmara miriyan ji hezarî derbas bûye.

Her wiha bêtirî hezar û 600 jî birîndar bûn.

Hezîfe anî ziman ku bi xebatên rizgarkirinê re ev hejmar her diçe zêde dibe û got,

Hê jî gelek mirov di bin xirbeyan de ne.

Emîn Hezîfe diyar kir ku erdheja dawî ya herî dijwar bû û got,

Li herêmê hemû xaniyên welatiyan hilweşiyan.

Vê gavê pirsgirêkên peydakirina xwarin û avê zêde ne û eger alîkariya lezgîn neyê kirin wê rewş xerab bibe.

Akbarov: 2,000 mal hilweşiyane, pêwistî bi 15 mîlyon dolarî heye

Kordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Ramiz Akbarov jî ragihand ku derdora 2 hezar mal hilweşiyan e û got;

Ji ber kêmbûna derferan, xebatên rizgarkirinê pir dereng birêve diçin.

Akbarov anî ziman ku niha ji bo mexduran bi kêmanî 15 mîlyon dolar pêwiste.

Guterres banga alîkariyê li hêzên cîhanî kir

Li aliyê din Sekreterê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres jî bang li hêzên cîhanî kir da ku destê alîkariyê dirêjî malbatên Efxanistanê bikin.

Waşîngton fermana alîkariya bo mexduran da

Ji Waşîngtonê jî banga piştevaniyê bo mexdurên erdhejê hat.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê DYA Jake Sullivan bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku piştî erdjehê wî fermana alîkariyê daye.

Back to top button