Erdheja Li Efxanistanê herî kêm 1000 kesî jiyana xwe ji dest dan

Hêjmara mirî û ziyana erdheja Afganistanê zêde dibe.
Heta niha herî kêm 1000 kesî jiyana xwe ji dest daye .

Li Afganistanê hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane gihîşt 1000 kesan û 1500 kes jî birîndar bûne.

Hate diyarkirin ku di bin avahiyên hilweşayî de bi dehan kesên din jî hene.

Tê payîn ku hêjmara miriyan hîn zêdetir bibe.

Li gorî agahiyên xebatkarên tenduristiyê û alîkariyê, hejmarek zêde mirovan di bin kavilan de asê mane.

Her wiha ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê nikarin xwe bigihînin mirovan.

Berpirsê Wezaret Karên Hundir Selahedîn Eyûbî dibêje :

“Ji ber ku hinek gund li herêmê çiyayî ne, dê hinek dem bigire ku hûrgiliyan berhev bikin.”

Bîlançoya erdheja bi dijwariya 6.1 pileyî ku sibeha çarşemê li rojhilatê Afganistanê rû da, kêlî bi kêlî zêde dibe.

Back to top button