Macron di meclisê de li pey tifaqê ye

Serokomarê Fransa Macron ku di hilbijartinên giştî yên parlamentoy de nekariya piraniya pêwist bidest bixe, dixwaze tifaqê çêke.
Ji ber vê yekê Macron niha dest bi xebata li ser tifaqa siyasî ya li meclisê kiriye.

Serokomarê Fransayê Macron piştî hilbijartina parlamenteran cara yekem ji gel re axivî.

Macron diyar kir ku rêjeya kesên di hilbijartinê de neçûne ser sindoqan zêde ye û got,

Ev yek nayê paşguhkirin.

Macron anî ziman ku di nava civaka Fransayê de şikestin û dubendiyên kûr hene û bal kişand ser wê yekê ku ev yek di avahiya Parlamentoyê de jî xwe dide der.

Macron diyar kir ku ev rewş fikarên hin hilbijêran derxistiye holê.

Macron îşaret bi wê yekê jî kir ku di rewşa niha ya parlamentoyê de, ti hêzeke siyasî nikare bi tena serê xwe yasayan çêbike û teqez kir ku divê eniya desthilatê bi hevpeymaniyekê ji bo derxistina yasayan yan jî lihevkirinekê ji bo her proje yasayekê pêkbîne.

Emmanuel Macron da zanîn ku ew du roj in bi serokên partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tînin.

Macron bal kişand ku li welêt di mijarên wek hêza kirînê, enerjî, jîngeh, kar û tenduristiyê de gavên ku bên avêtin hene.

Macron destnîşan kir ku ji bo pêkanîna van reformên girîng hewce ne.

Li Fransayê di Meclisa Neteweyî ya ku ji 577 kursiyan pêk tê, ti aliyekê nekarî piraniya pêwist bidest bixin.

Ji bo vê jî pêwistî bi 289 kursiyan heye.

Di hilbijartinên dawîn de jî tifaqa eniya desthilatdar a Macron tenê 245 kursî bidest xistibû.

Back to top button