Yekîtiya Raghandina Azad li Qamişlo daxuyaniyek da

Yekitiya Ragihandina Azad û saziyên ragihandinê yên li herêmê bi daxuyaniyeke êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û li Bakurû Kurdistan girtina rojnamevanan şermezar kir û teqez kirin ku wek ragihandina azad ewê her tim bibin dengê heqîqetê û li dijî êrişan têbikoşin..

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekitiya Ragihandina Azad û saziyên ragihandinê yên li herêmê daxuyaniyeke dan.

Daxuyanî li çerxerêya Şehîd Rûbar a bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan rojnamevanan hat dayîn.

Yekîtiya Ragihandin azad di daxuyaniya xwe de bal kişand li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedar û rojnamevanên kurd û got:

Çend roj berê li dijî xebatkarên ragihandinê û siyasetmedarên kurd ên li Bakurê Kurdistanê oprasyon hat destpêkirin û gelek kes hatin girtin.

Li aliyekî din jî bi balafirên bê mirov welatî û çalakvanên siyasî li şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê armanc digre.

Yekîtiyê, sûcên deweleta Tirk ên li dijî îradeya gelê azad bi tundî şermezar kir û ev tişt anî ziman:

“Dewleta Tirk bi gef û êrişên xwe yê li dijî gelê kurd tu carî sînordar nebûye, lê belê hemû sînor derbas kirine.

Bi projeya xwe ya vegrandina milyonek koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî jî guhertina demografî pêk tîne.

Wê ev guhertin bandoreke neyînî li ser rewşa mirovî û ewlekariya herêmê bike.

Ev sûc li dijî yasa û peymanên navdewletî ne.

Rojnamevan Delîl Zîlan jî ev sûc weke binpêkirina yasayên navnetewî pênase kir:

Yekîtiyê Ragihandina Azad da zanîn ku ew ê li dijî van binpêkirinan bibin dengê gelê xwe û wiha bi dawî kir:

Ji bo eşkerekirina siyasetên dewleta Tirk a binpêkirinê emê xebatên xwe du qat zêde bikin.

”Em soz didin hevalên xwe yên rojnamevan ên ji bo veguhstina rastiya gelê me canê xwe feda kirine, xeta wan bidomînin û bibin deng û îradeya rast a civakê”.

”Em bang li rojnamevan, xebatkar û saziyên ragihandinê, hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê dikin ku bi yek destî li dijî êrişên dewleta Tirk li kêleka doza gelê me bi hemû pêkhateyên wan bisekinin”.

Back to top button