Hêzên Asayîşê li Hesekê 4 bazirganên madeyên hişbirê girtin

Hêzên Asayîşê ragihand ku wan 4 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin girtin.

Hêzên Asayşê derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kir:

”20’ê Hezîranê hêzên me li Hesekê 4 kesên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin girtin.

Bi wan re, hin madeyên hişbirê û jimarek ji çekan jî hatin desteserkirin.”

Asayîşê eşkere kir ku piştî girtina wan, li xwe mukur hatin ku ev made di nava xelkê de belav dikirin.

Dawiyê Asayîşê piştrast kir ku hêzên wan ji bo rêgirtina li ber van karan di nava xebatê de ne.

Back to top button