Savegera 5. a êrişa li ser Efrîn’ê

Endama Kordînasyona Kongreya Star a herêma firatê Macîde Hesûn têkildarî 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê nirxandin kir û got:Li Efrînê talanek mezin a xweza, aborî, ekoloji û mirovahiyê pêk tê. Rojane kirinên dermirovî li dijî jinan tê kirin.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî Efrînê kir.

Li pêş çavên cihanê û hêzên navnetewî, her cure sucên dijmirovî dan meşandin.

Talankirina xwezayê, kuştin, revandin û talankirinin bûn kirinên rojane.

Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ya xelkên Efrînê û tevahî herêmê dewam dike.

Yên pêşengiya vê dikin jî jinên herêmê ne.

Macîde Hesûn: Piştî dagirkeriyê Efrîn talan kirin

Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn bi boneya salvegera 5’an a êrişa li ser Efrînê geşedanên ku di nava salekê pêk hatine nirxand.

Macîde Hesûn diyar kir ku dewleta dagirker bi armanca guhertina demografiya Herêmê êrîş kir.

Macîde anî ziman piştî dagirkirina Efrînê atmoseferek gelek cuda rûda û ev tişt got:

Piştî dagirkirinê bi qasî 300 welatî bi zorê neçarî koçberiyê hatin kirin.

Heta niha zêdetirî 700 kesên ku zêdetirînê ji jin û zarokan pêk tên, hatine kuştin.

Bêtirî 600 kesî jî bi îşkenceyên giran re bi rû man û xistin girtîgehên Tirkiyê.

Her wiha bêtirî 70 jin tecawiz li wan hatine kirin û bi zorê hatin zewicandin.

Bi qasî 400 hezar darên zeytûnê hatin birîn.

Macîde Hesûn: Zimanê Kurdî tê qedexekirin

Macîde Hesûn daxuyakirin ku bişaftinek mezin di warê ziman de pêk tê.

Macîde Hesûn dawiyê bang li saziyên mafê mirovan kir ku li dijî van kiryaran helwesta xwe nîşan bidin.

Back to top button