Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, jimarek çete li Qera Pollî kuşt”

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, jimarek çete di operasyoneke leşkerî li rojhilatê Terablusa paytext de kuşt.

Li gorî hat ragihandin, hêzên Lîwaya 9an a Artêşê, operasyonek li dijî navendên çeteyan ên li devera el-Zehîniyê li bajarê Qera Pollî pêk anî.

Çavkaniyên leşkerî teqez kir ku “operasyon bi ser ket û di encamê de jimarek çete hat kuştin û 6 maşîneyên leşkerî hatin wêrankirin..”

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên artêşê bi pêş de çûn û 2 km nêzî Deryaya Spî ya li beramberî Qera Pollî bûn..

Çavkaniyan da zanîn ku “ev operasyon, weke bersiv ji êrîşên çeteyan ên li ser bajarê Terhûnayê hat..”

Her wiha Artêşa Niştimanî ragihand ku ji bo piştgiriya bi hikûmeta Wîfaqê re, dewleta tirk çekên nû şandine beravê Mesrata û Terablusê.

Tevî biryara Artêşa Nîştîmanî ya rawestandina şer di meha remezanê de, hikumeta Wîfaq ya îxwana mislimîn êrîşên xwe didomînin.

Back to top button