Parlamena Iraqî ji bo dengdana hikumeta Kazimî dicive

Îro parlamena Iraqê, ji bo dengdana li ser hikumeta Serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî, dicive. 

Agahiyên ji hin çavkaniyan eşkere kir ku “li ser hikumeta Kazimî, lihevkirinek di navbera aliyên siyasî yên Iraqî de heye”.

Di demekê de ku blokên Kurdî, Sunî û Şî’î soza beşdarbûna civînê û erêkirina hikumeta Kazimî da, bloka Dewlet El-Qanûn, Itîlaf El-Weteniye û bloka Sened biryar da ku li dijî vê hikumetê deng bidin.

Tê zanîn, piştî istîfaya Adil Ebdul Mihdî, Kazimî kesê sêyemîn e ku ji bo serokwezîriyê hatiye erkdarkirin û divê beriya 9ê Gulanê hikumeta xwe amade bike û pêşkêşî parlamenê bike.

Back to top button