Yûnanistan: Kirinên Tikriyê nahêlin çareserî pêk bê

Piştî 2 balafirên leşkerî yên Tirkî bela xwe di balafira wî de da, Wezîrê parastinê ya Yûnanistanê Nikolaos Panagiotopoulos duh êvarî ragihand ku kirinên Tirkiyê yên arandî, dihêlin asta tengijînê bilindtir bibe.. 

Wezîrê Yûnanî ev bûyer şermezar kir, ku “ev cure-acizî ji Tirkiyê nahêle hewldanên çareseriyê ber bi hev de bên..

Li gorî ragihandina fermî ya welêt, wezîrê parastinê û serok-erkanê artêşê, bi balafirê li ser giraveke deryaya Aegean (Êca) digeriya..

Roj bi roj nakokiyên Tirkî- Yûnanî zêdetir dibin, nemaze piştî peymana deryayî ya navbera Wîfaq û Enqereyê, ku tê de sînorên deryayî yên Yûnanî hatiye derbaskirin..

Jixwe ev peyman ji aliyê welatên Ereb û civaka navdewletî hate redkirin û bi “ne rewa hate binavkirin”..

Erdogan, 15ê Kanûna borî diyar kiribû “ew ê ne tenê li petrol û gazê bigerin, lê belê ew ê rojhilatê girava Crete ya Yûnanî jî bikolin..”

Back to top button