Berhem û keda destan

Du jinên ciwan Hêvîn Hiso û Cîhan Xefûr bi keda destên xwe hem malan dixemilînin û reng didin pîrozbahiyan, hem jî kevneşopiyê diparêzin û didomînin.

Li ser riya sereke ya taxa Kornîş a Bajarê Qamişlo dikanek balê dikişîne.

Di dikana ku berhemên hunerên destan tên pêşandan de, keda destê jinan derdikeve pêş.

Di nava hunerên destan ên jinan de Şahmaran, kemerên cilên Kurdî, bazinên destan, destmal, berhemên xemla malan, çenteyên milan û balê dikişînin.

Cîhan Xefûr: Ji zaroktiyê ve ez bi vî karî bandor bûm

Yek ji jinên ku hunera xwe pêşkêş dike Cîhan Xefûr a ji gundê Til Mensur ê girêdayî bajarê Hesekê ye.

Cîhan da zanîn ku niha bi komek jinan re berhemên xwe çêdike û li dikanê pêşkêş dike.

Cîhan karê hunera destan ji zarokatiya xwe ve fêr bûye.

Hêvîn Hiso jî ev nêzî 5 meh e li gel hevalên xwe yên li dikanê berheman derdixîne holê.

Hunera destan gelekî bala Hêvîn ê kişandine.

Back to top button