Endamên YNK’ê Mam Celal li ser gora wî bibîranîn

Çar sal bi ser koça dawî ya Sekreterê berê yên YNK’ê û serokkomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talabanî re derbasbûn.
Bi boneya salvegera koça dawî ya Mam Celal Talabanî endamên YNK’ê serdana gora wî kirin û ew bibîranîn.
Bi boneya 4’emîn salvegera koça dawî ya Mam Celal Talebanî, endam û rêveberên YNK’ê serdana gora Mam Celal ya li Silêmaniyê kirin û deste gul danîn ser gora wî.

Endama Desteya Rêveberiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman li ser gora wî axivî û got:

“Em îro ji bo bîranîna yek ji stêrkên Rojhilata navîn, kesayetên diyar yên Iraqê ku karî bibe sêwana hemû aliyan û pêkhateyan li vir in.

Piştî Mam Celal kes nebû wê valahiyê dagre.”

Back to top button