“Dagirkeran di dema çinînê de êrişên xwe dijwartir kirin e”

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker bi destpêka dema çinînê re êrişên xwe dijwartir kirine, zeviyan dişewitîne û jêdera debarê ya şêniyan têk dibe.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê daxuyaniyek parve kir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer daxuyanî xwend.

Wîsam El Omer diyar kir ku ji meha borî ve artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên nêzî eniyên şer ên gundewarên kantona Girê Spî û Eyn Îsayê giran kirine.

El Omer da zanîn ku dagirker bi hemû cureyên çekan êriş dikin.

El Omer destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker di dema çinînê de êrişên xwe zêdetir kiriye da ku tevgera cotkaran asteng bike, nehêlin zeviyên xwe biçinin û got:

Dagirker zeviyên cotkaran dişewitînin da ku jêdera debara wan tune bike.

Wîsam El Omer bal bi bîr xist ku artêşa dagirker 17’ê Gulanê gundê Cidêda yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 kirin hedef, di encama topbaranê de yek jê zarok, bi giştî 5 welatî birîndar bûn.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer dawiyê banga xurtkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî kir.

Eyn Îsa-Dagirkeran zeviyên cotkaran şewitandin

Back to top button