KJK: Leyla Sorxwîn bû şervaneke heqîqetê

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyekê Endama Konseya Leşkerî ya HPG-YJA Starê, endama Meclisa PAJK û PKK’ê Leyla Sorxwîn Leyla Sorxwîn bi bîr anî.
KJK’ê bang li jin û ciwanan kir ku têkoşîna hevala Leyla Sorxwîn hîn mezin bikin û bersiva herî bi wate bidin dijmin û xiyanetkaran

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi daxuyaniyekê Leyla Sorxwîn bi bîr anî.

KJK’Ê bi bîr xist fi nava têkoşîna me ya azadiyê de rastiya şehîdan bûye rastiya serketinê û wiha got:

“Berdêlên mezin ên hatin dayin, pêşî li şoreşa jinê û şoreşa Kurdistanê vekir.

Gotin di cih de be; deviyên bi strî yên li ser rêya şoreşê bi destê xwe rakirin.”

Koordinasyona KJK’ê da zanîn Hevala Leyla Sorxwîn weke şervanekê li Botanê dest bi têkoşînê kir û ev yek got:

Hevala Leyla Sorxwînli Botanê weke fermandareke pêşeng tevlî karwanê nemiran bû.

Mîna evîndareke Botanê bi ku ve çû jî berê wê li Botanê bû, lê vegeriya.

Di nava 30 salan de moral, kelecan, bawerî û biryardariya xwe ya kêliya destpêkê kêm nekir, ev coşa xwe her kêlî mezintir kir û li her bihosta çiyayên Kurdistanê geriya.

Bi gotina Rêber Apo bû yek ji nûnerên wan jinan, ‘her ku şer kir, bedew bû, her ku bedew bû hate hezkirin’.”

KJK: Em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin

Di dewamê de KJK’ê di şexsê şehîd Leyla de şehîdên şoreşê hemû bi rêz û minet bi bîr anîn û got:

Di serî de ji malbata wê ya hêja, xelkê Amedê yê welatparêz, tevahiya gelê Kurdistanê û hêzên demokrat şoreşger re sersaxiyê dixwazin.

KJK bang li jin û ciwanan kir ku têkoşîna Leyla Sorxwîn hîn mezintir bikin

KJK’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li jin û ciwanan kir ku têkoşîna hevala Leyla Sorxwîn hîn mezin bikin û bersiva herî bi wate bidin dijmin û xiyanetkaran.

YJA Star şehadeta ermandar Leyla Sorxwîn ragihand

Back to top button