“Bi rakirina tecrîdê em ê jiyana xwe azad bikin”

Siyasetmedarên li Bakurê Kurdistanê bang li hemû beşên civakê jî kir ku li dijî tecrîdê bi erka xwe rabin û gotin:
Divê têkoşîn û daxwazên me jî wek tecrîdê zêdetir û kûrtir bin.

di civîna rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Amedê de jî îşaret bi tecrîdê hate kirin.

Di civina ku bi rêxistinên jinan re hate li dar xistin de Hevberdevka partiyê a bajar Pinar Sakik Tekîn axivî.

Pinar Sakik diyar kir beyî rakirina polîtîkaya tecrîdê, tundî û qetlîamên li ser jinan û xizanî bi dawî nabe û ev yek got:

Divê em bi hev re plansaziya çalakiya xwe ya berbiçav derxînin holê ku li dijî şer û polîtîkayên tecrîdê xeta herî xurt a têkoşînê ava bikin. Bi rakirina tecrîdê em ê jiyana xwe azad bikin.”

Back to top button