Berdevkê qebîleya Igêdat Silêman El-Kesar hat kuştin

Berdevkê qebîleya Igêdat, Silêman El-Kesar li Dêrezorê ji ber mala xwe hat kuştin û kurê wî jî birîndar bû.

Yek ji rûspiyê eşîra Egêdad ê yek ji eşîrên herî qelebalix ên Dêra Zorê Suleyman El-Kessar bi êrîşeke çekdarî hat kuştin.

Êrîş di saetên sibê de li pêşiya mala El Kessar a li navçeya Bûseyra pêk hat.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, du kesên li ser motorsiklêtê êrîş pêk anîne.

Di êrîşê de kurê Kessar ê navê wî nehate zanîn jî birîndar bûye.

Guman heye ku êrîş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hatibe.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêpirsîn û lêkolîn dan destpêkirin.

Hedefkirina El Kasser, suîqastên salên borî ya bi hevkariya MÎT-DAIŞ’ê pêk hatin tîne bîra mirov.

Sala 2013’an Îso Hûso, 14’ê Adara 2018’an Endamê Meclîsa Sivîl a Reqa û MSD’ê Omer Elûş, 2’yê Mijdara 2018’an ji serokê eşîra Afadla Beşîr Feysel El Hûwedî, 29’ê Kanûna 2018’an Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê Mervan El Fiteyîh, di encama hevkariya Tirk-DAIŞ’ê de hatibûn qetilkirin.

Back to top button